Yazar û Nivîskar dijê hev in

 

Kurte şirove

Gelek caran hin têgînên zimanên cûda welo di heman wateyî de jî werin bikaranîn, ne xwedanê heman wate û têgîhîştinê ne, rasterast rengê polîtîka saziya ku ew afirandiye digire, di xizmeta wê de ye û dijberiya hev radigîhînin. Mînak peyva „yazar“ û „nivîskar“.

Peyva „yazar“ di kesandina dema fireh de karê kesê sisêyan e. Bo têgîhîştinê; „ben yazarim (ez dinivîsim), sen yazarsin (tu dinivîsî), o yazar (ew dinivîse) yanê di kesandinê de erkê kesê sisyan e. Wateya wê; dinêre, dibîhîse, qopya dike û dinivîse. Ango dikane her kes be.

Nivîskar: Peyva nivîskar ne ji kesandina lêkera nivîsandinê tê, ew rasterast tê wateya kesê ku karê wî nivîsandine û afirandine.

Auctor (autor): Bi latînî ye. Tê wateya xwedan û afrînerê nivîsê. Hem Îngîlîz, hem Alman û hem jî hin gelên din vê peyvê bikartînin.

Alman ji bo peyva nivîskar peyva „Schriftsteller“ bikartine. Yanê ew kesê ku nivîsan datîne, bi cih dike, teşe didiyê.

Îngiliz li gel Autor „Writer“ jî dibêjin. Ev peyv ji lêkere „write“ tê, le ne kesê sisyan e, paşgîna wateya kesê erkê wî nivîsandine wergirtiye.

Ango her çendî peyva „yazar“ di wateya nivîskar de jî were bikaranîn, ji wateya nivîskariyê gelek dûr e. Bi kurtî ew jî peyveke geturkkiriye. „Yanê alavêre dalavêre ha gotinek ji were!“

Yazar çekeke înkar û bişaftinê ye.

Dibe gotin pirr tûj, tehl û bê rê be! Xinçerek li ser dilê yazaran de lêxe. Lê rastiyekê ye, kes nikane vê rastiyê biguherîne. Min di televizyoneke alaman de eksperimenteke (ceribandineke mînak) birêz Jürgen Schmieder sêr kiribû. Derhêner Jürgen Schmieder (1) eksperîmenteke „ji bo mehekê derewnekirinê“ li dar dixe. Di encama wê eksperîmentê de hevala xwe, hemû dostên xwe wenda dike, nikane biçe nava civakê, heta restorant, qehwexane û firoşgehên xwarinê yên wi nas dikin, jî wî nagirin hundir. Min ev di TV ya alman de sêrkiribû û li ser înternetê jî heye. Lema ez dizanim ku wê herî kêm 101 kevir li serê min keve, lewra min rastî got. Rastî dijminê xwedê ye!

Mirov her zêde bi xwendin û tiştên xwendî di mejî de bi cîhkirinê ve ji rastiya xwe û zimanê xwe dûr dikeve. Ji wê jî berhemên nivîsandî makîneyên asîmîlasyonê ne. Ev ne tenê li koloniyan, di nava heremên xwedan pêşketinên cûda de jî wisa ye. Dema mirov li salên pêncî, şêstî, heta salên heftêyî dinêre, bi zelalî dibîne ku li Kurdistanê yên bi zimanê tirkî diaxivin gelek kêm in. Mînak:1949 de Wezîrê perwerdeya netewîya Tirkiyê Tahsin Banguoglu di vekirina enstîtuya gundan ya Ernîsê /Wan de radigîhîne ku li vê herêmê, hetanî digihîje Heqarî hêjmara yên tirkî dizane ji sedî 3-6 derbas nabe. Ev hima bigire rêjeya hemû Kurdistana bakur e.

Dema mirov li rêziknameya nû ya pirtûkayaneyan ya di rojnameya fermî ya dewleta Tirk de roja 11. 01. 2012 an hatiye weşandin dinêre, armanca pirtûkxaneyan a bişaftinê bi zelalî dibîne. Ango ta di destpêkê de bi vê armancê li her bajarokên Kurdistanê pirtûkxane, pirtukfiroş li pey hev hatine vekirin, hemû dibistanan, her wiha perwerda gel (Halk Egitim) her hewl dane ku Kurdan teşvîkê xwendina bi tirkî bikin, ji bo vê jî di her dibistane de jî pirtûkxane bi berhemên wezareta perwerdê destur didan dagirtî bûn.

Di her demê de mirovên têgîhîştî teşvîkê yazarbûyînê dikirin. Mînak: (2)Cemal Gursel bi xwe di çapa dudyan ya pirtûka Mehmet Şerîf Firat a bi navê „Dogu illerî ve Varto tarîhî!“ ku wezareta perwerda Tirk ya netewî çapkirî de bi navê „sunuş“ kurte nivîseke dinivîsîne.

(3)  Anegorî rêziknameya wezareta Tirk ya Çand û Turîzmê a) Piştî pirtûka yekem ya yazar çap bû, alîkarî tê dayîn. b) Ji yazarên ciwan re alîkarî tê kirin. c) Yazar dikane salê du caran ji bo alîkariyê serî lê de. Û û û. Lê ev ji bo nivîskaran derbas nabe.

Hima em dûr nerin. YTB (serokatiya Tirkên derveyî welêt û civakên xizm) ya li Almanyayê bi balyozxaneyên Tirk ve girêdayî wiha dinivîse: „Ji bo ku em bikanin Tirkên li derveyî welêt teşvîkên nivîsandina bi tirkî bikin, me pêşbirkeke xelatên nivîsandina berhemên bi tirkî organîze kiriye.“ Li gel wê min li jêr wêneyeke naveroka xebat û alîkariya „wezareta Çand û tûrîzmê ya Tirk“ daye. Di wê de jî zelal dibe ku dewleta Tirk bi çi awayî dixebite ku piştgiriya yazaran bike, heta Kurdan jî teşvîkê yazarbûyînê bikin.

Ez dikanim ji jiyana xwe ya dibistana mamostetiyê (1966 -1972) mînak bidim. Ji bo ku giyana Tirk di mejiyê me de rûnişta û bi me şîrîn ba, di dibistanan de wekî karê malê jî xwendina berhemên nivîskarên Tirk didan û bi wî awayî em teşvîkê naverok û giyana zimanê tirkî dikirin. Bi her awayî hewl didan ku bi rêya çîrok û romanan wê giyana Tirk di giyana me de bidin çandin. Me kurte naveroka berhemên nivîskarên Tirk derdixist û dida mamosteyê wêjeyê (edebiyatê). Xwerû jî romanên wan deman bi qehremanîya Tirk û xweşiya wêjeya Tirk dagirtî bûn. Li gel wan hemû gelên li Anatolya dihatin piçûkxistin. Her kes dijminê Tirkan bû. Dijmin Kurd li dij Tirkan bikardianin û û ... her tiştên wisa! Mînak: Berhema Halîde Edîp Adivar; „Qerwaş“, romana Esat Mahmut Karakut „Daglari bekleyen Kiz“, Romanên Kemal Bîlbaşar „Memo, Cemo“, roamana Kadîr Misirlioglu „Yunan Mezalîmî“ û hîn bi dehan romanên bi vî rengî.

Yazarên qaşo nijadkurd asîmîlekarên herî bêkêr in

Her nîvîskar, dema dinivîsîne, ji têgîhîştin, anane, rawîşta cihê lê mezinbûye, tiştên ji dê û bavê xwe fêrbûye, wekî nalîn, êş, ken, pêkenok, henek, rawît, biwêj, gotinên bav û kalan, çîrok, her cûre awa û formên axaftinê di çîrok, roman û lêkolînên xwe de bikartîne. Ango yazar jî vê dike. Yekê egeyî tenê dikane giyana egeyiyan di berhema xwe de biteyîsîne. Yê Laz û Kurd jî yên gel û heremên xwe. Ango yazar hemû kelepora cihê lê mezinbûye dike xizmeta zimanê pê dinivîsîne. Yanê wekî sitranbêjên li ser şopa Celal Güzelses stranên Kurdî tev de kirine tirkî û malên tirkî. Wek kesên folklora Kurd kirine xizmeta çanda Tirk. Yazarên qaşo nijadkurd jî giyan û dewlemendiya wêje û têgîhîştina Kurd dizîne, ji ziman, çand û romana Tirk re kirine alav û melzemeyên bingehîn. Yanê tev de diz û xayînên wêjeye û giyana Kurd in, ne tişteke din.

Mînak: Dema mirov romanên Yaşar Kemal dixwîne, bi aşîkarî dibîne ku wî çiqas ji wêjeya kurdî diziye û kiriye xizmeta zimanê tirkî. Mînaka herî balkêş jî mîtolojiya „Hespê Gola Sîtilan“ e. Wî ew di bin navê „Agri dagî Efsanesî“ de kiriye malê wêjeya Tirk. Ev wergerandine gelek zimanan û ji wê niha her kes vê wekî malê Tirkan dizane. Ji rêzdar Cihan Roj re sipas ku wî bi xebata xwe ya di romanên Yaşar Kemal de biwêj û gotinên Kurdî lîsteyeke gelek dirêj derxistiye. Mirov di wê lîsteyê de bi aşîkarî dibîne ku Yaşar Kemal çendî û çend gotin, biwêj û formên axaftinên kurdî dizîne û kirine xizmeta ziman û wêjeya Tirkan.

Min çendekî berê lîstik û şanoyên gundan xwerû yên di dewetan, serêsalê, pezzayînê, cotkirin û beranberdanê de tên lîstin ji ber ku orjîna wan bi destê amadekar neketibû, min ew lîstik û şano ji tirkî wergerandin Kurdî. Hima biger hemû kirine tirkî û xizmeta tirkî. Heta heyranok û stranê wan jî kirine tirkî. Yanê yazarên qaşo nijadkurd hemû talankirine, kirine malê Tirkan û xizmeta Tirkan. Tirk êdî dikane wan wekî belge nîşanê cihanê bidin û bêjin: „Binêrin tev de Tirk in. Heta lîstik û şanoyên gundan jî bi tirkî ne!“

Kurt û kurmancî „Yazarên“ qaşo nijadkurd di bingehên xwe de cerdewanên (Koyqoruciyên) wêjeyê“ ne. Kevirên çanda me dizîne /didizin, bi wan çandek ji Tirkan re lêkirine û lê dikin. Bişaftina /asîmîlasyona herî mezin bi destên wan û bi berhemên wen pêk tê. Artêşa herî mezin a saziya bişafitina dewleta Tirk yazarên qaşo nijadkurd in. Rastî ev e. Kî serê xwe li kîjan zinarî dixe, bila lêbixe, ne xema min e.

Encam:

Armanc ne raşkirina yazaran e. Bêguman kesên bê tirkî bi zimanekî din nikanin binvîsin, lê di tirkî de bi duristî dinivîsin jî hene. Lê rastiya di piratîkê de rengekî din diteyisîne. Armanc; vî aliyê reng zelal kirine. Ne ku reşkirin û piçûkxistin e. Niha jî hin xalên xeten kur rêz bikin.

Nivîskar kî ye

Nîvîskar, berxwidêr in! Gerîlayên ziman û Wêjeya Kurdî ne,

Nivîskar, guleyên devê klêşa gerilayan e.

Nivîskar, her hewl didin ku Wêjeya Kurd ji nû ve vejînin.

Nivîskar, li dij yazarên kolonyalîst bi şev û roj di nava şerekî giran de ne.

Nivîskarê herî qels jî ji hezar yazarên tirk yê serkeftî çêtir e.

Nivîskar, li dijê yazarên tirk û qaşo nijadkurd di nava şerekî giran de ne.

Niviskar, bi keda xwe û bi bêrîka xwe nivîskar e, ji derekî alîkarî nagire, heta ji firotina pirtûkan jî qurişekê nakeve destê wî /wê. Yanê fedekarên fedekaran e.

Yazar kî ye?

Yazar, berhemên wan ji bo xizmeta ziman û dewleta tirk ya kolonyalîst û asîmîlasyonker e.

Yazar, rasterast kujêrê ziman û Wêjeya Kurd û Kurdistanê ye. Berhemên wan gelek caran li ser nebûn û înkara Kurdî rûdine.

Yazar, (4) diz e, ji gelê Anatoya û cihanê girtine û kirine malê xwe. Mînakek balkêş: Piraniya lêkolîneran di wê baweriyê de ne ku Rifat Ilgaz berhema xwe ya bi navê Hababm Sinifi ji Romana nivîskarê Alman Heinrich Spoerl. „Feuerzangenbowle“ Ku rejîsorê Alman Helmut Weiss sala 1944 fîlmê wê çêkiribû, heta lîstkvanê herduyan jî dişibin hev. Yanê fîlm jî qopya ye. Yên bixwazin dikanin li ser înternetê le binêre.

Yazar, Piraniya wan di berhemên xwe de bi nijatperestî çêran li gelên bindest dikinin, wan piçûk dixin hima li wêneyên Kurdan yên di berhemên wan de binêrin, hunê rastiye bibînin.

Yazar, Di warê ziman û wêjeyê de wek guleya tifinga hêzên tarî, leşker û polîsên Tirk e.

Yazar, bi piştgirî û pereyê dewleta dagirker yazar e.

Hele yazarên nijadkurd tenê xizmetkar, bi zanistî bê zanistî diz e, alavê talanê û rûreşîyê ne!

Dewleta tirk bi rêya yazar û Kurden di zanîngehên xwe de perwerdekirine. Hemû kelepora çanda gelê me wergerandine tirki. Hin Çavkaniyên wergerandina lîstik û şanoyên gundê Kurdan ev in.

(Şükrü Eliçin, Köy tiyatros, rûpel 44 )

(Yurt Ansiklopedisi, Cilt 4, sayfa 2324)

(Yurt Ansiklopedisi, Bend 8, rûpel  6046 )

Varyantên Kalkaxendê: Varto, Dogu illeri ve Varto Tarihi, M. S. Firat, Bölüm XI, sayfa 205-20

( H. Nedim Şahhüseyinoglu, Anadolu Kültür Mozayiginden Bir Kesit: Baliyan, sayfa 160-161, Ürün Yayinlari, Ankara 1996 )

  1. https://www.deutschlandfunkkultur.de/40-tage-lang-nicht-luegen.954.de.html?dram:article_id=145148
  2. (PDF)  https://www.academia.edu/11890864/Dogu_%C4%B0lleri_ve_Varto_Tarihi_M_Serif_FIRAT
  3. https://basin.ktb.gov.tr/TR-187799/bakanliktan-edebiyatcilara-39ilk-eser39-destegi.html
  4. https://eksisozluk.com/feuerzangenbowle--1134820

Heinrich SpoerlDie Feuerzangenbowle. Eine Lausbüberei in der Kleinstadt. Roman. Piper, München/Zürich 2002, ISBN 3-492-23510-7.

Tebinî: Ev ji bo Katibê ereban, yan jî nivîskarên bi erebî dinivîsin û her wiha ji bo Nusînde ango nivîskarên farisan jî derbas dibe. Ti cudahî di navbera wan û yên Tirk de tine. Heta dek û dolabên wan ên rûxînde û înkar dagirtî ji yên tirkan zêdetir in.

Ev nimûneyeke teşvîkkirina nivîsdin, xizmeta çand û zimanê tirkî kirinê ye. Divê her kesên li ser ziman çand û yazaran dinivîse, dinirxîne vê rastiyê bibîne. Min ji li ser vê rastiyê nivîsî.

Image removed.