Abdulkadir Ulumaskan

Mamosteyê hêja, ez dixwazim berî ku em derbasî hevpeyvîna xwe bibin, hinekî we nasbikin. Ji kerema xwe re hinekî xwe bi xwendevanên me bidin nasandin?

Baş e. Wek hûn dizanin, navê min Abdulkadir Ulumaskan e. Ji Kurdîstana Bakûr, ji Wêranşahrê me. Min li welêt cend salan mamosteyiya Tirkî kir. Dîsa çend salan jî di girtîgehê de mam û dûra jî hatim Ewrûpayê. Berî ku ez bêm Almanyayê, min bi zimanê Tirkî dinivîsî. Piştî ez hatim Almanyayê, min giranî da ser Kurdî. Ez li Swêd û Swîsrê tev li kursên zimanê Kurdî bûm. Min piştre li komelan û çar salan jî li Volkşoçsçule-VHS(Dibistana bilind ya gel) yê dersên zimanê Kurdî dan. Vê gavê jî ez li zanîngeha Boçumê kursa zimanê Kurdî didim. Bawer dikim ji bo nasandinê evqas bes e.

Hûn dikarin hinekî qala jiyana xwe ya li Ewrûpayê n bikin? Hêviyên we çi bûn, hûn rastê çi hatin?

Bi rastî min hêvî nedikir ku em Kurdên dîasporayê bi rewşeke waha bi tengezarî re rû bi rû bimînin. Min digot qey bi alîkariya zanist û teknolojiyê jiyana mirovan hinek bê astengî derbas dibe. Lê ne wisa ye. Ez dikarim jiyana kesên penaber û koçkirî wek darekê binirxînim. Çawa ku mirov darekê ji parzemînekê ji kokê ve rake û bibe li parzemîneke din dayne. Ka wê ev dar bi cografya xwe ya nû ve çawa bi aram be û di nav axa biyanî de rehên xwe belav bike. Ev gelek zor e. Pir caran jî em wek xîza li ser camê ne. Mîna ku mirov kulmek xîz bavê je ser qeşayê an jî ser camê. Her livek bi aliyekê ve dipeke. Bi rastî ez ji ber zulm û çewisandinên dewleta Tirk, ji neçariyê hatim vî welatî. Lê min tu carekê ji jiyana vê derê tehm û lezet nedît.

Mamoste Abdulkadir, ez dixwazim di derbarê wergerê de bi we re hevpeyvînekê çêkim. Mijara me bi taybetî ev e. Ango werger.

Belê, ev mijar mijarek girîng e. Ji mêj ve ye wergerê di qada navnetewî de bûye xwediyê roleke mezin û girîng. Di warê ziman, wêje, zanist, dîplomasî û gelek babetên din de cîhê wergerê pir girîng e.

Mamoste ez dixwazim bi pirseke klasîk û girîng dest pê bikim. Gelo, hûn dikarin bi tevayî û gelemperî çawa behsa giringiya wergerê bikin?

Belê, bi rastî jî li ser dîroka wergerê gelek zanîn û agahiyên teknîkî hene. Helbet li gor cûreyên wêjeyê batetên wergerê jî hene. Wek cara pêşî werger li ku derê, ji aliyê kê ve, babetên wergerê û herwekî din... Ez vana pir girîng nabînim û zêde jî nizanim. Li gor baweriya min ya pewîst girîngiya wergerê ye. Ez bêhtir dixwazim qala wê mijarê bikim. Niha di dîroka wêjeya cîhanê de cîhê wergerê pir û pir girîng e. Bi rêya wergerê wêjeya cîhanê xwe digihêjîne hev û gelek dewlemend dibe. Mîna ku baxçeyê gulan bi rengekî hebe û her wergerek jî dibe gulek bi rengê din, rengek xweşik û watedar. Bi taybetî wergera di qada wêjeyê de bala min zêdetir dikişîne.
Berhem, her çiqas dewlemendiya zimanê xwe yê resen be jî, evqas jî dibe dewlemendiya zimanê ku werger jê re tê kirinê jî. Her berhemek bê wergerandin her du zimana ji hîn fireh û kûrtir dike. Mirov dikare bibêje piraniya welatan bi rêya wergerê dest bi pêşketina çand û wêjeyî dikin. Ango ronesansa wêjeyî hineki jî bi wergerê ve girêdayî ye. Û ev bizav bandorê li ser pêşveçûnên din jî dike. Dema em bala xwe didinê, dixûyê ku hema hema hemû welat gava ketinê asta pêşketinê, berê dest pê kirine, klasîkên cîhanê yên naskirî wergerandine zimanê xwe. Bi vî awayî mirov pêşketinên cîhanê digihîne welatê xwe û rê li pêşiya herikînên pêşketina wêje ya şaristaniya jî vedike.
Em dikarin bêjin ku, werger bi xwe wêjeya navnetewî û lihevkirin û hev naskirina gelan e. Bi vê wateyê, bi zimanekî enternasyonal werger û wêje dikare bibe rêya aşîtiya nava gelên cîhanê û gelan nêzî hev bike. Îcar ev dimîne li ser arnamanca sîstem û hunera wêjekaran. Ger bixwazin, ew dikanin edebiyat û wergerê bixin xizmeta mirovatiyê, an jî li dijî mirovatiyê bikarbînin. Di vê pêvajoyê de rol û girîngiya wergerê gelek zede ye.

Baş e mamoste, di karê wergerê de divê çi li ber çavan bên girtin?

Bi ya min kesê ku karê wergerê dike, gerek bi pisporî kar bike. Divê bi her du zimanan jî pir baş bizanibe. Ya din, divê mirov ziman û naverokê xirab neke. Werger karekî teknîkî ye lê ne mekanîk e. Werger ne wergera peyvan e. Ji gotinê hember hev bêtir hember wateyî ye. Wergerek peyv bi peyv dikare wateya tê ku gotina wê tê xwestin biguhere an jî xirab bike. Wek mînak; gava mirov bi almanî bibêje “Tu çawa yî?” dibê: “Wie geht es Ihnen?” Gotin bi gotin wergera wê :”çawa diçe ew liba te?” Gava tû ji Kurdî wergerînî almanî jî dibe:„Was ist du?“ Ev jî tê wateya„Tu çi yî?„ Ji bo vê yekê, wek me berê jî gotibû, pêwîst e wergêr her du zimanan ji aliyê rêziman, watê u taybetmendiyên wî de gelek baş bizanibe û şareza be.
Em li vir mînakek dinê bidin. Em bêjin ji zimanekî çîrok, roman an berhemek dinê dê bê wergerandin. Dîsa em bêjin ku ew werger ji zimanê almanî wergere zimanê Kurdî û di derekê da gotinek pêşiyên almanan derbas bibe, wek: „Eine Sçwalbe maçt noç keinen Sommer.“ Bi Kurdî wergera vê gotina pêşiyan waha ye: „Bi dûwmeqeskekê hê nabê havîn.“ Lê wergêr hemberê vê bi Kurdî kane wek:“Bi gulekê nabê bihar.“bibîne.

Mamoste li gor te, dema ji bo wergerê mijar bêne hilbijartin, gerek kîjan werin neqandin?

Mijar çi dibe, bila ew be û mijar bila hinekî jî azad be. Ji vê zêdetir naveroka wergera mijarê girîngtir e. Mijarek herî baş bi wergerek nebaş xirab dibe û mijarek xirab bi wergerek baş hîn serkeftîtir dibe. Lê tu ya dilê min bixwazî, ez dibêjim bêhtir mijarên civakî û nivîskarên navdar û berhemên bi rûmet werin wergerandin, wê baştir be. Wek mînak, berhemên xelatên netewî an navnetewî girtine bê bijartin, mîna Jack London, Maksim Gorkî, Viktor Hugo, Tolstoy ûhw.

Gelo divê di wergerê da wergêr bala xwe bi taybetî bide ser çi?

Wek me berê jî gotibû, gerek wergêr hay ji nexirabkirina wergerê hebe. Dîsa taybetiyên her du zimanan ji bîr neke. Divê wergêr naveroka wergerê neguherîne. Ji aliyê ziman de dikarê ji zimanê xwe tamek xweş tevli mijarê bike, lê naverokê wek xwe bihêle.

Baş e, ka em hinekî qala wergera Kurdî bikin. Gelo di Kurdî de werger di çi halî de ye?

Mixabin, wek rewşa wêjeya Kurd bi tevayî, rewşa wergerê jî ne cûda ye û em nikarin bêjin baş e. Heta dikare bê gotin ku ji rewşa giştî hîn jî xerabtir e.
Gava mirov waha dibêje, nayê wê wateyê ku wêjeya Kurdî pêşve neçûye. Helbet gavên berçav û mirov pê dilxweş bibe hene, ne tunene. Lê ne bese. Ji terefê dagirkeran ve wêje û zimanê Kurdî di bin xeteriyek mezin de maye. Li gor derfetê ku îro hene, divê Kurd şûna van paşvemayînan û valahiyan dagire. Gelek pêwîst û girîng e ku Kurdistanî karên şorêş û wêjeya xwe bi hev re bidin meşandin. An na dîtina bila wêjê bimîne piştî azadiyê, nerînek ne rast e. Divê Kurd ji aliyê wergerê ve wek kampanyayekê dest pê bikin û ji berhemên cîhanê yên bi nav û deng heta yên dinê wergerînin Kurdî.

Biborîne mamoste, di vê navberê da, ji zimanê Kurdî divê kîjan berhem bêne wergerandin ?

Rast e, me hinekî bahsa vêya kir, lê dib ku nîvçe ma. Ji bo mirov kanibe berhemên Kurdî wergerîne zimanekî biyanî, divê berê berhemên Kurdî ji aliyê qalîtê ve bên pêşvexistin. Wek mînak, em bêjin destana Kurdî ya herî bi nav û deng Mem û Zîn , hîn cûr be cûr têr nehatiye nivîsandin. Gerek ji aliyê gelek nivîskaran ve bi gelek awayan ve bên nivîsandin û dûre jî bên wergerandin. Nivîskarekî ewrûpî dibêje:„ Heger destana Mem û Zîn ya welatekî ewrûpî ba, wê bi deh hezaran rûpel bihatana nivîsîn.“ Ev rastiyek e.
Gelek destanên Kurdan hene, hîn qet nehatine nivîsandin. Dibe ku mijara me ne ev e, lê wek mînak min xwest hinekî balê bikşînim ser vê pirsgirêkê. Lê ger hûn bêjin gerek kîjan bên wergerandin, hema yên niha tên bîra min; Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dewrêşê Evdî, Rustemê Zal, Kawayê Hesinkar ûhw…

Mamosteyê hêja, gelo ji aliyê çapê ve werger çawa ye?

Ji wî alî ve jî pêwîst dîtin û girîng nedîtina wergerê, heta tu bibêjî heye. Ji xwe Kurd bi giştî ji xwendinê hez nakin û bazara çapê jî naxwaze berhemên wergerê bên çapkirin. Wek mîna min Masiyê Reş yê Biçûk wergerand Kurdî, kesî tu zêde guh nedayê, bala kesên têkildar nekişand. Bêyî Mamoste H. Diljen ez pîroz kirim û karekî hêja dît. Bi rastî jî Masî di wejeya cîhana zarokan de berhemek gelek giranbiha û hêja ye û gelek xelatên navnetewî jî girtiye.
Lê hîn jî min derfetê çapkirina vê wergerê nedîtiye. Ne bi tenê çapxane, perwerdekarên mê jî zêde giringî nedanê. Wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd - YKMê jî, ez li vira rexne dikim.

Mamoste, em hinek jî bên ser xebatên te yên wergerê?

Na, ne ji bo em bên ser xebatên min min ew got, wek mînak û giringî nedana wergerê, min xwest qal bikim.
Na na, ji xwe minê ew bipirsiya. Ji ber ku girîng e, lê dor hat û ji niha çêtir tuneye. Her ku em hatin ser vê mijarê.
 Ê baş e. Ez bi xwe ne wergêr im. Lê ji ber ku di vê qadê de valahî hebû, min ev kara da pêşiya xwe. Wek niha jî min got, min sê sal berê çîroka nivîskar û mamosteyê faris yê bi nav û deng Samed Behrengî wergerand zimanê Kurdî. Min ev çîrok di zaroktiya xwe de xwendibû û vê pirtûkê bandoreke mezin li ser min hîştibû. Ez fikirîm ku hêja ye ez wê ji bo zarokên Kurd jî wergerînim zimanê Kurdî û min ev yek pêk anî. Lê wek me got, heta niha, min derfetê çapkirinê nedît. Lê tew ne be bi derfetê xwe yê kesane be jî, ezê wê çap bikim û zarokên Kurd wê bixwînin.
Girîngiya Masiyê Reş; çîrokeke di kesatiya zarokan de azadî, lêgerîna zanistî, biratî û mirovativê pêşve dixe.
Dîsa çîrokên hema hema bi hemû zimanan hatinê wergerandin yên Rojhilat gelek bi nav û deng in. Ez niha çîrokên Hezar û Yek Şevî jî ez werdigerînim. Karekî gelek bi zahmet e, lê ewqas jî hêja ye. Zedeyî 3 hezar rûpel in. Ez niha ji nav wan bêtir yên bala zarokan dikşînin werdigerînim Kurdî û bi alîkariya hevalekî din jî em dikin du zimanî, yanî Kurdî û almanî.
Paşê ger ez kanibim, ezê tevahiya wan wergerînim Kurdî. Nave çîrokê Hezar û yek şevê yê xas ango orjînal bi xwe Hezar û yek şevê yanî ev ne wergera Kurdi ye bi wî navî bi nav bûye. Hinek dibêjin Serlehenga çîrokê Şehrazad bi xwe jî Kurd e. Serleheng Kurd be ne Kurd be ev tiştekî din e, lê bi rasî jî çîrokin pir giranbuhan e.

We çima ji bo çîroka masî du ziman çêtir dîtin?

Bi rasti ev xwendina zarokan hêsantir dike û awayekî hîn balkêş e. Heger zarok ji aliyê têgihîştina Kurdî da zahmetiyê bikşîne, li beşa almanî dinêre û tê digihêje.
Min ji bîr kir ku êz bêjim, çîroka Masiyê Reş yê Biçûk jî me bi du zimanan nivîsans. Bi Kurdî û bi almanî.
Momoste, ji ber ku tu jî perwerdekar û mamoste yî, gelo ji bo zarokan divê kîjan berhem bêne wergerandin?
 Rast e, ev girîng e. Pewîst e ku pirtûkên bi awayê pedegojîk û li gor cîhana zarokan hatine amadekirin, bên wergerandin. Bi rastî jî fîlmên karton tu tiştekî nadin zarokan û ji bo pêşveçûna kesayetî û hunerê jî waha ye. Lê mixabin ji ber tiştên bi lîstik, bi hereket, reng û deng ji bo zarokan zêdetir balkêş in, zarok temaşekirina zarokan tercîh dikin. Fîlmên karton gelek xisarê didin zarokan. Sîstema kapîtalîst û medya wan wek jina zarok jî ji xwe re kirine kada bazarê.

Bi qasî ez dizanim, xebata we li ser amadekirina ferhengek Kurdî û almanî jî heye. Ev xebat di çi merhaleyê de ye û we çima xwest ku hûn xebatek waha dur û dirêj bimeşînin?

Xebata Ferhenga Kurdî - almanî bi dawî bûye. Lê belê ji aliyê zayendan ve hinek kêmasî hene. Vê gavê ez li ser wan dixebitim.

Îcar em werin, çima min pewîstî bi xebatek waha dît ?

Min bala xwe daye, li Almanyayê di destê me de ferhengek Kurdî - almanî û di destê almanan de jî ferhengek almanî - Kurdî tuneye. Ji ber vê, min xewest ku ez kemasiyê temam bikim.

Dîsa li gor agahiyên min xebatek we ya ji bo şagirtên lawaz hebû. Hûn dikarin hinek qala vê xebatê bikin?

Destpêka Fêrbûna Kurmancî ya birêz Husên Yigit, min ji zimanê Tirkî wergerand Kurdî. Ev pirtûka dersê bû û ji bo xwendevanên ku tehihîştina wan hinekî ne zêde hatibû amade kirin. Wek tu jî dizanî gelek zarokên Kurdan jî li wan dibistanên taybet ku alman jê re Sondersçule an jî Fördersçule dibêjin dixwînin. Gelekê wan jî ji têhihîştinê bêtir ji ber pirsgirêkên zimanê almanî dişînin wan dibistananan. Ev mijareke kûr û berfireh e û mijarek din e.
Lê pêwîstî hebû ku ev pirûk jî ji bo zarokên Kurdan bê wergerandin. Ji ber vê yekê min xwest ku ez vê pirtûkê wergerînim zimanê Kurdî-zaravayê kurmancî. Werger xelas bûye û pirtûk ji bo çapkirinê amade ye.

Başe mamosteyê delal, em hêdî hêdî ber bi dawiya hevpêyvîna xwe ve diçin, wek peyam û gotinên xwe yên dawî li ser wergerê, hûn dixwazin çi bibêjin?

Ji xwe me wek peyam di nava naveroka bersivandinan de got. Bawer dikim ne hewceye ku ez careke din wan dubare bikim. Lê ez dixwazim bêjim ku gerek di wêjeya Kurd de bi pêşxistina wêje û huner tev re, karê wergerê jî gelekî girîng bê dîtin û kirin. Bi taybetî divê hin nivîskarên Kurd giraniya xwe bidin ser wergerê û wî karî bi pisporî û profesyonel bikin ku da encamên baş bêne bidestxistin. Ev bi serê xwe berpirsiyariyek e.
Ji bona vê hevpeyvîna xweş ez ji te re pir spas dikim û ji te re serkeftinê dixwazim. Her bijî, zor zor spas.
 Ez jî ji we re spas dikim ku we derfet da, li ser vê mijarê ez fikr û nêrînên xwe bînim ziman.