21ê Sibatê Cejna Zimanê Dayîkê ya Cihanê Pîroz be!

 

21ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê Ya Cihanê” ye.

Gelo ev roj çî ye û çima tê pîrozkirin. Çîroka vê rojê her çiqas gelek caran bê carandin jî, lê em ê bi kurtî vê çîroka girîng careke din bînin zimên: Dema Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan da, ji ber vê gelek mutîng û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakîyên 21ê Sibata 1952´an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “Bengalî” wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van cîwanan û girîngîya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCOyê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17´ê mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hat pejirandin. Di sala 2000î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21ê sibatê de li hemû cihanê tê pîrozkirin.

Ziamnê dayîkê çi ye? Ji zimanê ku mirov cara pêşî ji dayîka xwe dibîhîze û civaka mirov di nav de dijî, pê diaxive re,  zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê kesayeta civakîya mirovan diafirîne. Ya herî pewist û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya vî zimanî derdikeve holê û dirûvê werdigire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîka xwe tê nasîn. Ji bona ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.

Li gorî raporeke UNESCO’yê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. Di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500î ber bi windabûnê ve diçin. Heta di hin raporan de tê gotin ku hetanî dawiya vê sedsalê, ji % 90ê van 6 000 zimanan tune dibin. Ji ber van egeran zimanê kurdî jî di xetereyê de ye. Îro li Tirkîyê 18 ziman li ber mirinê ne. Di nav van zimanan de zaravaya Kirmancî/zazakî jî heye,

Windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û  netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çiqas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çiqas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jîyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jîyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me tenê dikare bi “axaftin, nivîsandin û jîyaneke Kurdewarî” were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyî bîne cî û hemû kes, dezgeh û sazî, xebat û xîretên xwe bi her awayî îhmal nekin.

Bi sed salan e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, kurdî di bin bandora înkarî, bişavtin(asîmîlasyon) û tunekirinê de maye. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî(wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan li ser pêyan maye û winda nebûye. Ji ber vê yekê em li ber hemû kesên ku di mal û malbatên xwe de kurdî bi kar anîne û bi kar tînin, bejna xwe ditewînin. Kurdî çiqas qedexe bûye, ew qas jî bi xîret û alîkarîya dayîk û gelê me, bi rewşeke xwemayî dewlemendîya xwe berdewam kirîye. Her wiha hatîye parastin.

Ji bo zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, pêwist e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwemayî kurdî bi kar bînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, bi rêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û wenda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtîye. Ev emanetê ku ev qas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane teslîmî pêşerojê bikin.

Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên gelên din de dimînin û ji çand, huner û zimanên xwe û ji xwe dûr û bîyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tunebûna netewan e û xerca yekîtîyê ye.

Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahîyê pêmayiyeke hevbeş e, divê em li vê pêmayiyê xwedî derkevin û wê biparêzin.

Werin, em bi rûhekî seferberî li welatê xwe, li metropolên dagirkeran û bi taybet li diyasporayê li zimanê dayîka xwe xwedî der kevin!

Bi vê bîr û baweriyê em 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li Gelên Kurdistanê pîroz dikin.

Düsseldorf, 20.02.2021

Hevserokatiya Înstîtûta Kurdî

ji bo Lêkolîn û Zanistî-li Almanyayê