21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cihanê pîroz be

 

21Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ

Ji zimanê ku mirov cara yekemîn ji dayîka xwe dibîhîze û fêr dibe re zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê, afirandêrê kesayeta civakî ya mirovan e. Netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya vî zimanî derdikeve holê û dirûvê werdigire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîka xwe tê nasîn. Ji bona ku netewe karibin çanda xwe ya neteweyî biafirînin û hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.

Gelo çima 21ê Sibatê bûye roja biranîna zimanê dayîkê ya cihanî, dive bi kurtî em vê sedemê bînin zimên.

Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhilat jî dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan da û gelek mutîng û xwepêşandan li dar xistin. Di çalakîyên 21ê Sibata 1952an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College” yê, yên ku dixwastin zimanê “Bengalî” wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta Pakîstanê ve hatin qetilkirin. Her wiha ji bo bîranîna van Civanan û girîngîya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCOyê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17ê mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê Ya Cihanê” hat pejirandin. Di sala 2000î de cara yekemîn ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal 21ê sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê Ya Cihanê” tê pîrozkirin.

Dîsa, li gorî raporeke UNESCOyê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. Di vê sedsala ku em tê de dijîn, de li cihanê ji van zimanan nêzikî 2 500 hebî ber bi windabûnê ve diçin.

De icarê ka em lê binerin, ew wendabûna zimanan bi xwe re çi tîne.

Wendabûna zimanan, wendabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev ve girêdayî ne. Hebûna ziman, hebûna neteweyan e. Eger ziman tune bibe, çand tune dibe. Çand tune bibe, hişmendiya neteweyî pêk nayê ango tune dibe. Hişmendiya neteweyî di civakekê de tune bibe, netewe pêk nayê. Ji ber vê di serdema me ya îroyîn de hebûn û jiyana ziman pir girîng e.

Dive em kurd hin rastiyan ji bîr nekin. Li gel hin destkevtinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, zimanê me hê bi tevahî nebûye zimanê perwerdeyê û hemû qadên civakê. Dezgehên me yên zanistê û dîplomasiya navneteweyî qels in. Yên hene jî bi awayekî fermî nayên pejirandin. Ji ber vê parastina zimanê me gelekî zor e. Xebat û hewlên xurt dixwaze. Ev erk jî dikeve ser milên saziyên sivîl û teko teko kesayetên kurd. Ji bo vê, bila her kurdek zanibe ku erkên wê/wî yên parastina ziman, çand û hişmendiya neteweyî pir giran in. Ji bo me, pîrozkirina roj û cejnên ziman têrê nake. Dive em 365 rojên salê li her derê û di her qadên jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin û biparêzin. Naxwe wê zimanê mejî bikeve nava karwanên zimanên têkçûyî.

Li ku derê dibe bila bibe, perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahîyê pêmayeyeke hevbeş e, divê em li vê pêmayeyê xwedî derkevin û wê biparêzin.

Bi vê bîr û baweriyê em 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî, li gelên Kurdistanê pîroz dikin.

Banga me ev e:

Werin em di her qaden jiyanê de;

- Bi kurudî bihizirin!

- Bi kurdî bixwînin!

- Bi krudî binivîsin!

- Û bi kurdî biaxivin!

Da ku em karibin zimanê xwe biparêzin.

Düsseldorf, 20.02.2022

Înstîtûta Kurdî

ji bo Lêkolîn û Zanistî - li Almanyayê