Hevpeyvîn bi Ronî Alasor re

Ronî Alasor

Pirs: Em xwe baş nasnakin, ya qet, ya jî kêm û nîvrê nas dikin. Navê Seîdê Kurdî, Seîdê Nûrsî, yek ji wan

navan e ku di serê lîsteya navên navdar de cîh digre, ev bêşik e. Belê em Kurd çendî wî nas dikin bişik û bigoman e.Mebesta me ji vê hevpeyvînê ew e ku em zatekî mezin, kesayetiyeke xwe, Bedîûzemanê Kurd bi alîkariya kesên xwedîgotin baştir nas bikin. Nivîskar Cemalettin Canli, „Bo ku Seîdê Nûrsî bête fêmkirin, divê Kurdîstana sedsala 19emîn bête fêmkirin. Divê hewldanên terîqên wê demê bêne fêmkirin.„ (NETKURD, 2010-09-25) dibêje. Gelo ev şert e, hun çendî bi vê dîtinê re ne ? Ronî Alasor: Mixabin em Kurd dîroka xwe û nasdarên xwe her dem baş nasnakin, yan ji wek we ani ziman, kêm nas dikin. Tabî gelek sedemên vê yekê hene. Dewletên ku Kurd di bin bandor û zordayiyên wan da dijîn, tu car nehiştin ku gelên Kurdîstanê diroka xwe û nasdarên xwe baş nas bikin. Seîdê Kurdî ji yek ji van navdaran e ku ji bo van sedeman, ne di dema xwe da û ne ji heya roja iroyîn di nav gelê xwe da baş û objektif nehat naskirin. Heger ku em şertên sedsala 19´emîn bidin ber çavan: Hemû gelên Kurdîstanî, taybetî jî gelê Kurd, di demeke tarî da dijiyaye. Dibistanên zanyarî li Kurdîstanê tunebûn, perwerdeya zanistî ne bi Kurdî û ne jî bi zimanê kolonyalizmê hebû. Gelê Kurd di bin cehaleta şêx-axa û împaratoriya dagirkera Tirkên Osmanî da mehkûmî rûpeleke tarî bû. Vê demê ronakbirên Kurd gelek kêm bûn û gel ji Seîdê Kurdî û dawxaziyên wî ên wê demê baş fam nekir.

Pirs: Angorî we, ev kêmasî û nenaskirin hê heya roja iroin didome? Ronî Alasor: Piştî ku rehmetiyê Seîd çû ser dilovaniya xwe, yanî pişti salên 60´î û 70´î dema ku Kurdan hêdî hêdî perwerde bi zimanê kolonyalîzmê dîtin, ev ronakbîrên me yên vê demê perwerde dîtin, ew jî ketin bin bandora Kemalîzmê, an jî îdeolojiya çep (sosyalist). Bi vî awayî ronakbîr û sîyasetmedarên Kurd dûr

û kûr li ser jîyana îslamekî wek Seîdê Kurdî, rewşa wî û sedsala 19´emîn lêkolîneke cîdî nekirin û bi çavê çeptiyê (sosyalizmê) li Seîdê Kurdî nihêrîn. Wek berê nînbe jî, ev şaşitî bi awayeke curbeçur hê didome. Ji ber ku me Seîdê Kurdî wek dîtin u tehrîpkirina Nûrciyên fermî yên ne Kurd, şîrove kir û wisa nas kir. Me nizabinû ku Risaleyên Seîdê Kurdî, gotin û dîtinên wî yên di derheqê Kurdan da, mafên heq û huqûqa Îslamiya Enternasyonal ji alîyên hinek “Nurciya” va hatine tehrîpkirin. Bes di aliyê din da, bi taybet di van salên dawî da, hinek lêkolîner û bawermendên Kurd ev hemû tehrîbat derxistin holê û dan naskikirin. Îro em dikarin bêjin ku Seîdê Kurdî di nav Kurdan da, di nav gelê xwe da hinek baştir tê naskirin. Lê belê niha tehlikeke din jî heye, hinek grubên ku heya doh dijminatiya Kurdan dikirin û Kurd bi alîkariya dijminên Kurdan dikuştin, îro radibin navê Seîdê Kurdî bi kar tînin û di bin siya wî da, munafiqtiyê, fîtne û fesadiyê dikin. Gerek Kurdên bawermend û nîştiman perwer vê tehlika ha baş bibînin û nehêlin ku ew jehra dijmin li diji Gelê Kurd û Kurdîstaniyan bê bikarhanîn... -Peki rastiya Seîdê Kurdî çîye ? Rastiya merhûm ev e, wî wek ramanwerekî Kurd û alimekî Îslamê, wek serokekî (hîmdarekî, Ustadekî) yekemîn yê Rêxistina Nûr û wek çalakgerekî siyasetmedar li ser bingeheke Îslamiya înternasyonal kar û xebat dikir. Wî gelê xwe tu carji bîr nekir, mafên Kurdan, wek ziman, çand û wek mafê perwerdetiyê daha 100 sal berê, di destpêka qirna 20´an da dihanî ziman. Ji bo vê yekê ji Siltan Ebdilhemît ra nameyek şandiye. Bedîûzeman di derheqê kar û xebatên xwe da, teybetî ji ber ku maf û huqûqa Kurdan (angorî îslamiyetê) aniye ziman. Ev gotin û dawxaziyên wî yên Kurdî û Kurdayetî ji aliyê nijadperestên Tirkan ve wek dijminatî hat dîtin. Ji ber van dawxaziyên xwe, Seîdê Kurdî yê rehmetî ji rojê û pê ve hetanî roja mirina xwe, gelek êş û tadayî ditin. Piştî hilşandina Împaratoriya Osmaniyan, di dema Kemal Ataturk da jî Seîdê Kurdî bajar û bajar hat sirgûnkirin, kriminalîze bû û ket zîndanan. Gelek manîdar e ku li pêşiya mirina xwe ew vegeriya hat Kurdistanê (Rihayê) û çend roj piştî Newroza sala 1960´î çû ser dilovaniya xwe. Wek tê zanîn, hestiyên wî jî ji gora wî derxistin û hêji diyar nîne ku aqubeta hestiyên wî çawa bûne!?

Pirs: Mîna tê zanîn Seydayê giranbiha bi dirêjahiya temenê xwe hejmareke nav bi kar anîne, wek Seîdê Kurdî,

Seîdê Nûrsî, Said Mirza Efendi û hwd. Gelek caran jî bi navê Bedîûzeman behsa wî dibe. Li gora hinan Bedîûzeman gotiye “bi navkirina min wek Seîdê Kurdî min nerehet” dike û bervaja hin jî dibêjin ku gotiye na “tu aciziya min tune ji vê” gotiye, kîjan rast e, gelo? Em dixwazin li ser van navan dîtinên we bigrin û bizanin têkiliya navên bikaranîne û demê çendî heye bi hev re? Ronî Alasor: Rast e, Bedîûzeman Seîdê Kurdî gelek nav wek pseudonym (anonym) û wek leqeb bi kar hanîne û bi wan navan hatiye naskirin. Hinek ji wan navan, Seîdê Xwendevan (Said Okur), Said Mirza Efendi, paşê di dema feqîtiya wî da, jê ra Mele Seîd û Seydayê Kurd jî dibêjin. Ji destpêka qirna 20´an heya pêşiya hukmê Kemalîzmê jî gelek caran bi navê Seîdê Kurdî maqale nivîsandine û çalekî kirine. Ji wî ra Saîdê Nûrsî ji hatiye gotin, ji ber ku li gundê Nûrsê (Hizan-Bedlîsê) ji dayîk bûye. Û her wisa heya roja îroyîn wek Bedîûzeman (baştirînê demê) jî tê naskirin. Wek tê zanîn, merhûm di gelek maqaleyên xwe da navê Seîdê Kurdî bi kar hanîye. Eva gelek eşkere ye û heger nerihetiyeke wî hebûya, çima navê Seîdê Kurdî bi kar bine? Lêkolinvan û bawermendên Kurd wan îdîayan pûç dikin û dibêjin ku tu aciziya Bedîûzeman bi navê wî yê wek Seîdê Kurdî nîne. Li aliyê din gerek em noxteyeke giring jî bidin ber çavan ku hemû gotin û pirtûkên Seîdê Kurdî (ku tê gotin ku bi qasî 6 hezar rûpel Kulliyeta Rîsale-î Nûr (Nameyên ji ronahiyê) nivîsandiye û ev Risaleyên wi ji aliyê kesên ku ne Kurd in, di bin navê “edîtoriyê” û “hêsankirin”ê da hatine tehrîbkirin. Ev yek jî di der heqê gotin û jiyana Seîdê Kurdî da gelek sual u deriyên sûbjektîf vekirî dihêle. Di derheqê Seîdê Kevin û Seîdê Nû de jî hinek sual hene: Di dema Seîdê Kevin da di derheqê nakokiyên civakî, perwerdeyî, olî û etnîkî da çalekiyên wî yên siyasî ji hene, bes wisa tê gotin ku piştî desthilatdariya yek partiya Kemalîst, xwe ji siyasetê “dûr dixe”...

Pirs: Zaroktî, malbat û gerên Seîdê Kurdî, coxrafya sefer û serdanên wî di zemanê feqetiyê û piştî mentehîbûn û Seydabûna wî de, dibêjin çûye Şamê, Bêrûdê û hwd. Di vê derbarê de tiştên hun ji xwendevanên me re bêjin çine? Ronî Alasor: Belê, Seîdê Kurdî dema feqîtiya xwe da li gelek bajar û heremên Kurdîstana Bakur geryaye. Wek Bedlîs, Xîzan, Baxçesaray, Gewaş, Wan, Agirî, Bazîd, Sêrt, Mêrdîn, Cizîra

Botan, Erzirom, Erzingan, Çolemêrg, Amed, Riha u gelek ciyên din... Armanca wî bes ger nîn bû, wî him dixwest Kurdîstanê nas bike, rewşa wê demê bi çavê xwe bibîne û hem jî ew bi xwe were famkirin. Çûyîna wî ya Şamê di sala 1910´an de ye. Tê gotin ku, li ser Amedê, Riha, Suruç, Bîrecîk, Kilîs û Kirixanê diçe Şamê. Dibêjin ku wî Mizgefta Emewî ziyaret kirye û li wir bi navê "Hutbe-î Şamiye", .xutbeyek jî xwendiye.

Pirs: We got ku Seîdê Kurdî li gelek bajar û heremên Kurdîstana Bakur geriyaye, ji bo ku hem rewşa gel fam bike û him ji ew bi xwe were famkirin. Gelo ew hate famkirin? Ronî Alasor: Wek me di serî da jî hani ziman, dewra şagirtî, feqîtî û meletiya Seîdê Kurdî, dewra tarî û cehaletê ye. Ew hez dike were famkirin, bes mixabin, xwendin û zanebûna însanên me wê dewrê kêm e, kes wi zef fam nake. Dewr dewra hevbendiya sêgoşeya şêx-axa û împaratoriya dagirker e. Ew sistema sêgoşeyî nahêle ku gel zana be û pêşta here. Ev siyaseta kolonî hê dimeşe...

Pirs: Pekî gera Seîdê Kurdî li Tirkiyeyê jî heye? Ronî Alasor: Dema feqîtiya xwe da, dibêjin ku ew çûye hinek bajarên Tirkiya yên wek Gumişxanê û Baybûrdê jî. Stenbol jî yek ji wan bajarên mezin e ku ew çûye wir û ketiye nav kar û çalekiyan. Bes, dîtina wî ya herî mezin a Tirkiyê, ji wî ra bûye zulm, zordarî û zîndan. Ev bajarên ku heya dilovaniya wî jê ra bûne zîndan ev in: Burdur, Barla, Îsparta, Eskîşehîr, Kastamonû, Çankiri, Ankara, Denîzlî, Emîrdax, Afyon û hwd...

Pirs: Ji bo berhema wî ya bi navê “Münazarat Reçetetülekrad” hatiye gotin ku Bedîûzemanê Kurd di vê berhema xwe de ji her berhemeke din zêdetir raste rast xîtabî kurdan kiriye, kengî nivîsiye, çawa? Ronî Alasor: Wisa tê xuyakirin ku ev nivîs di Rojnama «Kurd Teawûn û Teraqî»´yê de, di sala 1908´da hatiye weşandin. Dibêje: Ey gelê Kurd; di itîfaqê de quwet, di îtihadê de înayet, di biratiyê de seadet û selamet heye. Xwe bi kapikê îtîhadê û şerîta muhubetê qewî bigirin, da ku hûn ji belayê xilas bibin. Qenc guhê xwe bidinê, da ku ez tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me yên bi qîmet hene, ku hivza xwe ji me dixwazin: 1- Yek jê İslamiyet e ku bi hezaran xwîna şehîdan bihayên wê dane.

2- Însaniyet e, ku lazim e em xwe di nezera xelqê dinê de bi xizmetekî eqlî cewamiranî wê însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. 3- Mîliyeta me ye, ku meziyet û fezîlet daye me. Bab û kalên me bi van qenciyan jiyane. Divê ku em jî karê xwe û bi hifza miliyeta xwe ruhê wan di qebra wan de şad bikin Piştî wê sê dijminên me hene ku me tarûmar dikin. FeqîrtI ye, ku çil hezar hemalê Stenbolê delîla wê ye. Cehalet û bêxwendinî ye, ku ji hezaran yek ji me rojnaman nikare bixwîne, delîla wê ye. Dijminî û îxtîlaf e, ku ev edawet û quweta me wenda dike. Me musteheqê terbiyê dike. Hukumet jî, ji bêinsafiya xwe zulmê li me dike. Ku we ev bihîstin, baş bizanin ku çara me ev e: Pêwîst e, em sê şûrên almas bi destê xwe bixin, da ku em her sê cewherên xwe ji destê xwe nekin. Di wê demê de emê her sê dijminên xwe ji ser xwe rakin. Yek ji wan şûran xwendina edalet û ilmê ye. Yê duyemîn itîfaq û muhubeta mîliye ye. Yê sêyemîn ew e ku însan bi nefsa xwe karên xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke. Wê pişta xwe nede kesên biyanî. Paşê xwendin, xwendin, xwendin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin Bi gelemperî û bi kurtî ez dikarim wan tiştan jî bibêjim: Di derheqê cehalet û zanîngehan de: Seîdê Kurdî, ji bo perwerde, zanebûn û hîşyarbûna Gelê Kurd ced kiriye. Wi digot; dijminê Kurdan bê perwerdeyî ye. Baweriya wi ew bû. Wî digot; ji bo nasnameya Kurd, ji bo yekbûn û azadiya Kurdan divê cehalet rabe. Li dijî cehaletê jî perwerde gelekî pêwîst didît. Heta di Munazaratên xwe de digot ku Kurdistan bi bêperwerdetiyê hatiye kuştin. Bo vê yekê dawxaziya vekirina zaningehên Kurdî dikir. Ew li diji korbawerî(yobazî) û baxnaziyê bû. Behsa zaningehên fen û olî dikir û ev yeka wiha dianî ziman; “ronahiya(tîrêja) aqil, îlmê fenî ye, ronahiya wîjdan jî îlmê olî ye, bi yekîtiya herduyan jî heqîqet/rastî derdikeve holê. Eger her du ji hev werin veqetandin, ji fen û felsefê hîle, înkâr û şik derdikeve holê. Li aliyê din kevneperestî, korbawerî(yobazî), baxnazî pêk tê. ”(Münazarat)

Didomîne: „Di vê cihana şareza da, di vê serdema pêşkêtinê û pêşbaziyê da, her çiqas di navbera miletê Kurd û birayên wî de ji bo pêkhatina ahengeke pêşketinê, çend dibistan vebûne jî, lê belê ji ber ku piraniya Kurdan zimanê tirkî nizanin, ji vê perwerdeyê bêpar(mehrûm) dimînin. Ev yek jî dibe sedema paşvemayîna Kurdan û pêrîşanî û aloziyê. Ji mêj ve yên ku ji Kurdan paşvemayîntir bûn, niha ji paşvemayîna Kurdan sûdê werdigirin. Ev yek jî, kesên xwedî qêret û dilgerm diramîne. Ev rewş, di dema pêşiya me de ji sê aliyan ve ji bo Kurdan derbên mezin amade dike. Ev yek jî, cîgerên morovên xwedî nirx diperitîne. Destpêka jinûvevejîna bi perwerdeyê, sedemên mîsogerkirina dahatuya Kurdistanê yên girîngtirîn in. „ „Hûn daxwaziya min a ji bo perwerdeyê nabînin, lê li ser meaşê ku ez naxwazim radiwestin. Gelo ev çi qeyde ye? Gelo hûn berjewendiyên min ên şexsî, di ser perjewendiya milet re dibînin. Ev meaşê ku hûn dixwazin bidin min, bertîl(ruşwet) e. Ev para dengnekirinê ye. Ez parsekê meaş nînim. Ez li serê çiyayên Kurdistanê mezin bûme. Gefên we bê fayde ne. Ez ji bona meaş nehatim vir, ez ji bo miletê xwe hatim. Min ev laşê xwe wek bertîl aniye vir. Hûn çi dikin, bikin! “ Ew di derheqê van zilm û karesatan da, wiha gazî gelê xwe dike: „Gelê Kurdan! Ji bo ku ez Kurdîtiye qilêr nekim, min tîmarxane jî pejirand, lê min daxwaziya Padîşah, meaşê wî û xweşgotinên Sultan nepejirandin.“ Ji bo yekiti û azadiya Kurdan: Seîdê Kurdî, cehaleta ku dijmin dabû Kurdan, pirsgirêk û nakokiyên di nav Kurdan da baş dizanîbû. Ji bo vê trajediyê li ser yekîtî û hevgirtina Kurdan û hîşyarbûna Kurdan gelekî disekinî. Di kar û xebatên xwe da, di gotin û gotarên xwe da yekîtî û biratiya Kurdan wek motîvasyon dianî ziman ku Kurd zanatiya welatparêziyê û netewetiyê îdrak bikin. Wî wiha digot: „Ey miletê Kurd! Hûn baş zanibin ku sê nirxên me yên bibgehîn hene. Ji wan yek ola me ye. Ya din netewetiya me ye û ya din jî mirovatiya me ye. Dij berî van hersê tiştan jî sê dijminên me hene. Yek jê nezanî ye. Ya din xizanî ye. Ya sêyem jî dubendî(îxtîlaf) e. li dijî van dijminan jî sê şûrên me yên elmas hene. Şûrê me yê girîng ê bihêz perwerde ye. Yê duyem huner e û yê sêyem jî yekîtiya neteweyî ye. Wesyeta min a dawîn; xwendin, xwendin, xwendin e.

Di pirtûka xwe ya Münazarat da, bang eşirên Kurda dike: „Gelê Kurdan! Ramana neteweyî ji xwe re têkin rêber, perwerde û mirovatiyê têxin destên xwe. Ji ber ku ramana neteweyî, herkesekî/ê bi qasî neteweyekê nirxdar dike. Mirovê ku ji bo netewêya xwe bixebite û alîkariya wê bike, ji serê xwe tenê neteweyek e. Alîkariya kê tenê ji bo nefs û kesayeta wî/ê be, ew ne mirov e. Ji ber ku mirov di eslê xwe de şareza ye. Wek mirov ew mecbûr e ku ji bo hemzayenda xwe û hemnijada xwe birame. Ji ber ku jiyana wî tenê dikare di saya jiyana civakê de bidome. Takekesên(ferdên) neteweyekê, tenê dikare bi ramana neteweyî wek malbatekê ber bi hev ve werin û bibin yek. Ev yek her takekesekî/ê vê civakê ne tenê bi qasî mirovekî/ê, her yekî/ê bi qasî civakekê mezin û bihêz dike.“ „Ey kurdên şêr ên ku di dema cihangiriya Asûrî û Keyaniyan de xwediyê lêşkerên pêşeng û gernas! Pêncsed sal e, hûn die xew de ne, êdî bes e! Êdî şiyar bin, sibe ye. An na, dê di colistana hovîtiyê(wahştê) de, hovîtî û xeflet we talan bike. Bi şûrê ku jê re netewetî tê gotin û rûniştina gernasên Kurd ên pîtol(dahî) ên wek Ristemê Zal û Selahedînê Eyûbî ya di bin konekî de, temsîl dike, bi ramanâ neteweyîyê her yek ji we divê bila bibin mînakên berbiçav. Azadiya ku sedema bextiyariya qewman e, we vedixwîne meclîsa ezmûnê û dixwaze ruşta we û pêdiwînemayîna we ya bi wesayetê bibîne. Ji bo ezmûnê amade bin! Hebûna xwe bi yekîtiya xwe şanî bidin. Bi hest û qêrata xwe neteweyî, raman û wîjdanê xwe yê şexsî, wek dil û eqlê hevpar ê neteweyî şanî bidin. Naxwe dê sifirê bide we û dê dîplaoma azadiyê nede destê we.“ Kar u xebatên Seîdê Kurdî ji bo saziyên Kurdî wî ji bo avakirina saziyên neteweyî yên Kurdî hewl daye û wek çalekerekî(aktîvîstekî) ketiye nava van saziyan. Hinek ji van saziyan ev in: Kurdistan Teali Cemiyeti û Kürt Neşri Maarif Cemiyeti. Ew jî yek ji wan damezirenêr(avaker) ên van saziyan e. Wi wiha digot: „Gelê Kurdan! Ez dibînim ku li ba me kanî nînin. Ji ber vê yekê em aveke bihnok a ku ji dûr ve tê, vedixwin. Wek wisa ye, hewl bidin, bixebitin. Ramana neteweyî têkin vekolîner, perwerde û xûpakiyê(fazîletê) bidin destan. Li van deran borangan raxînin. Bila kaniyeke kemilî di nav me de jî der bibe. Naxwe hûnê her tim wek parsekan bimînin. An jî hûnê ji tiyan bimirin. Parsektî ti carê pere nake. Ku mmirov bibe

parsek, bila bibe parsekê nefsa xwe. Li gor min parsekên merhemetê, an bêmaf in, an jî teral in.“ Di derheqê gelê Ermenî, Asûrî-Sûryanû û hwd û eşîr-axayên Kurd de

„Gelê Kurdan! Li dij şaristaniya ku ji her aliyî ve êriş dike, hûn nikarin hovîtiya xwe biparêzin. Dilê xwe ji bo gotina min a li ser hovîtiyê negirin. Ez vê gotinê di serî de ji bo xwe dibêjim. Ji xwe tawan a hukumetê ye. Ya ku ez dixwazim, parastina namûs û heyseta kurdîtiyê ye. Azadî û dadmendî(edalet) xwestin e û jê re xizmetkirin e…“ Seîdê Kurdî, li dij neteweyên dost, bira û cîran yên wek Tirk, Ereb, fars, Sûryanî û Ermeniyan dijminatî û tundiyê ti bi awayekê rewa nabîne. Riya sûdwergirtina ji teknîk û mecalên di dest wan de şanî dide: „Despotî û dîktatorî sedemên dijminatiyê bûn, ew mirin. Piştî dîktatoriyê bila dostanî bijî û her bijî! Ez bi mîsogerî ji we re dibêjim ku ji bo bextiyarî û selameta vî welatî, bi pêkanîna dostî û yekîtiya bi Ermaniyan re girêdayî ye. Lê ne bi awayeke zelîl, bi hêvişandina îzetê, destdirêjkirina aştiyê ye. Him jî ew hîşyar bûne, lê hûn hê di xew da ne. Û him jî ew bi ramana neteweyî bi hêz bûne. Hûn jî di nav dubendiyê de vêga vik û vala ne.“ „Eger hûn dixwazin bi ser kevin, tenê bi çekên ku wan hûn têk birinê, ango ramana hîş û netewetiyê, bi mêyla pêşverûtî û dadmendiyê hûn dikarin wan têk bibin. Li gor min îro kî şûr lê de, ew derba şûr bi şûnve vedigere û li sêwiyên wan dikeve. Di vê demê de serkevtin êdî bi şûr pêknayê. Hewce ye ku şûr hebe, lê divê di bin destê aqil de be. Him jî sedemên dostiyê hene. Ji ber ku cîran in, cîranên dostiyê ne. Him jî ew hîşya bûne, li dinê bela bûne, tovên pêşveçûnê ber hev kirine û dê wî tovî li welatê me biçînin(biajon). Me mecbûrî şaristaniyê dikin, di mijara pêşveçûnê de bala me dikişînin û di me de ramanên neteweparêziyê hîşyar dikin. Ji ber van xalên girîng, divê bi wan re yekîtiya me hebe.“ Çavkanî:

1. Münazaratlar, İştimai Dersler, Şark ve Kurdistan Gazetesi, 2. Kürt Teavün ve TeraqîGazetesi, Nûbihar Dergisi u hwd ...