Nûçe

“Ziman zanîne, zanîn jî xwenasîn e!” - Celadet Alî Bedirxan

Ji bo biwêja „Roja ziman“ bibe xwediyê wateyekê, divê em bi hemû hêz û derfetên xwe ve li zimanê xwe xwedî derkevin, wî têkin zimanê jiyan, nivisandin, xwendin û zimanê bazarê.

Dema em vê pêk neynin, kareseta tirsnak, ango têkçûn jî her diçe nêzîk dibe. Mîr Celadet Alî Bedirxan 86 sal berê ev rastî dîtiye û şoreşeke herî binirx pêk aniye. Wê çaxê wî bingehê elîfbayeke ku bikane zimanê kurdî li cihê herî berz û layîq bide rûniştin, danî û cara yekem di rojnameya „Hawarê“ de weşand û bingehê xwendin û nivisandinê bi tîpên latinî afirand. Jiwê ev roj ji bo siberoja ziman û çanda me dîrokî û jiyanî ye. Divê ne tenê were pîrozkirin, em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ê ji vê rojê û pê ve kurdî bikin zimanê xwe yê jiyanê.

Ziman nasname ye. Pêkhatina zimanekî ne hêsan e. Ew di pêvajoya bi hezaran salan de rengê xwe digire. Ziman encama tevahiya azmûn, çalakî, fêrbûn, fikirandin, şahî, şîn, nêzîkahî, germahî, henek, yarî û çalakiya derûnî ya civakekî ye. Ji wê jî hem bingeha kesayetî û hem jî ya nasnameya (îdendîteta) neteweyekê ye. Her gotin, her heyî li gor jiyana wê civakê reng û wate digire. Wek mînak „pepûk” di civaka me da sembola şînê, lê di civakên din de tersê wê ye. “Kew” di civaka me de xwedan rengekê îxanetê, lê di civakên din de xwedan wateyê din e. “Bêrîvan” di civaka me de pîroz e, lê di civakên din de navê wê jî tune. Ji bo têgihîştinê em mînakeke balkêş a din bidin: Îngîlîz dûrbûnê bi „Mil,“ mirovên Grundlandê bi „şev û raketinê,“ em kurd jî dibêjin „Bi çend qonaxan“ jê dûr e. Ango ziman jiyan bi xwe ye. Lêkolînê zimanzanina etnîkî (etnolinguistî) bi awayekî gelek zelal nîşan dikin ku rêzimana zimanekî çanda axivêran diteyîsîne. Ango ziman ne tenê amrazeke ramandin û têgihîştinê ye, rasterast nasname û pîvana asta axivêr jî derdixe pêş. Bi gotineke din zimanê mirovekî seviya wî ya perwerede û zanînê jî raber dike. Ziman neynika parçebûn, tehribat û kompleksên li ser kesayetiya mirovan e jî. Li rastiya xwe xwedî derketin, yan jî jê revîn nîşana vê ye. Wek mînak: em ziman ji dê û bavê xwe fêrbûn, dê û bavê me jî ji kal û pîrên me fêrbûne. Ku em wî zimanê dê û bavê xwe bi zarokên xwe nedin fêrkirin, di cihê wê de zimanê dê û bavên biyaniyan (mînak yê tirk, ereb) bidin fêrkirin, ev tê wê wateyê ku em ji dê û bavê xwe, ji kal û pîrên xwe şerm dikin, lema jî em zimanê biyanî layîqê zarokên xwe dibînin. Bi zimaneke tuj û tund ev heramzadetî ye.

Ziman qedexekirin, pêşî li pêşveçûna zimanan girtin wahşet û komkujiya herî mezin e û dijminahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê egerê jî Yekitiya Netewan (YN) sala 2008an wek sala zimanan pejirand û hin tedbîrên lijiyanêhîştina zimanan girt. Wek nimûne hin tekstên mînak bi zimanên di nav cendereya mirinê de ne, dan nivisandin. Herî zêde dewletên bênasnameyên bingehîn dijminahiya zimanan kirine. Wan ziman qedexe kirine, ango bi darê zorê li gor xwe nasnameyeke netewî afirandine. Wekî mînak: Dewleta Avusturalyayê, zimanê Awbircînan qedexe kir. Ger yekê/î bi wî zimanî biaxiviya, dikanîbû bihata bidarvekirin jî. Heman tiştî Dewleta Tirk anî serê me kurdan. Ev yek jî, li gel cinawirî, bênasnamebûn, bêçandbûn û bêsinciya dagirkerên tirk nîşan dide.

Qetliameke din a zimanan jî, zarava, devok û zimanên kêmaran e. Li piraniya welatên ku netew dewlet afirandine, zarava û devokên heremî hatine bişaftin, heta hin zimanên serbixwe jî di bin siya zaravayan de ketine bin pêla zimanê fermî. Li welatê me jî hewldaneke wiha heye, hinzarava wek zimanê fermî derketine pêş. Di vê rewşê de xetereya helandina zarava û devokan heye. Lê divê li her parceyên Kurdistanê û li her derên ku kurd lê dijîn, hemû kurdî bi her awayî werin parastin û pêşxistin.

Bi hêvîya kurd bi her awayî li zimanê xwe vegerin, roja zimanê kurdî pîroz be.

21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan dan û gelek mitîng û xwepêşandan pêk anîn. Di çalakîyên 21´ê sibata sala 1952´an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “bengalî” wek zimanê fermî bê pejirandin, ji alîyê polêsên Dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van ciwanan û girîngiya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCO’ yê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17´ê mijdara 1999’an de, 21’ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hatiye pejirandin. Di sala 2000’î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro jî her sal di 21’ ê sibatê de li hemû cihanê tê pîrozkirin.

Ji zimanê ku mirov ji dayîka xwe fêr dibe re zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê kesayeta civakîya mirovan diafirîne. Ya herî pêwîst û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya wî zimanî derdikeve holê û dirûvê digire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîkê tê nasîn. Kurd bi kurdî, tirk bi tirkî, faris bi farisî û ereb jî bi erebî diaxivin û wek neteweyên cuda cuda tên nasîn û binavkirin. Ji bona ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin.

Li gorî raporeke UNESCO’yê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500 ziman wenda dibin. Hema tenê li Tirkîyê 18 ziman di bin xetereya tunebûnê de ne. Ji nav wan zimanan yek jî, heyf û mixabin ji zimanê kurdî zaravaya kirmancî ango dimilî ye.

Windabûna zimanan, di heman demê de windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jiyana rojane, ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistiyê derbikeve, pûç dibe û dimire. Ziman zindî ye, li gel jiyana civakê diherike û dimeşe. Zindîtiya zimanê me tenê dikare bi axaftin, nivîsandinê dikare bidome. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyî pêk bîne. Girîng e, hemû dezgeh û saziyên kurdan ti carê dev ji vê xebata bernedin.

Bi sedan sal e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, zimanê kurdî tê bişavtin (asîmîlekirin) û ji ber vê hindê gihîştiye asta tunekirinê. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî (wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan li ser piyan maye û winda nebûye. Kurdî her çendî qedexe bûye jî, bi saya dayîkên me û gelê kurd hatiye parastin.

Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedinê, di bin bandora zimanên metingeran de dimînin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna zimanê dayîkê, hebûn û tunebûna netewan e û xerca avakirina yekîtiya neteweyî ye.

Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahiyê mîrata kalubavan a hevbeş e. divê em li vê mîrata giranbiha xwedî derkevin û biparêzin.

Zimanê Kurdî jî wek gelê kurd kevnar û berxwedêr e. Ji sedan salan û pê ve çand, ziman û bi giştî hebûna Kurdan di binê êrîşên da ne. Di vê roja zimanê dayikê de jî mixabin Kurdistan dîsan di bin êrîşên hovane ên dewleta tirk de ye. Di vê roja pîrozkirina zimanê dayikê de, kurd ji ber qexebûn û êrîşên hovane yên dewleta tirk nikarin perwerdeya zimanê dayikê bibînin. Erk pêyvira me kurdan jî fêrbûn, axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê dayîkê ye.

Her wiha em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, li hemû gelên cihanê, li gelên Kurdistanê pîroz dikin.

 

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, sala 1994´an Înstîtuta Kurdî ya Lêkolîn û Zanistê hat damezrandin. Serokê wê yê pêşî Porf. Dr. Îsmet Şerîf Wanli bû. Wê kitêbxaneyek jî ava kiribû ku li mekanê wê yê li Berlînê xizmet dida. Bi navê 'Lêkolîn' weşaneke wê ya perîyodîk heye û ew kitêbên ilmî li ser Kurd û Kurdistanê diweşîne. Ji ber hin sedemên teknîkî, Înstîtutê navenda xwe bir Dusseldorfê. Hevserokê wê Mamoste Fevzî Ozmen dibêje, “Statuya înstîtûtê komele ye û ji bo raya giştî dixebite. Encama xebatên konferans, komxebat, semîner, panêl û yên din yan di kovara Lêkolîn de yan jî weke pirtûk diweşîne.”

Ew ji nebûna derfetên madî û kesên pispor gazinan dike: “Mijarên ku em tê de zorê dibînin, pirgirêkên aborî û kêmasiya kesên pispor e. Yek jî helwêsta dewleta Elman a siyasî ye. Li eyaleta NRW´yê saziya me wek saziyeke nêzî PKK´ê tê dîtin. Ji ber vê heta îro me ti alîkarî ji wezarata çandê ya NRW´ê negirtiye.” Lê ji bo li pey xwe hiştina van zehmetiyan çi hewldanên wan hene nabêje.

Gava em xebatên zimanê dayikê, bi minasebeta 21´ê Sibatê Roja zimanê dayikê ya cîhanê bi bîr dixin ew dibêje, “Giraniya vê pirgirêkê çend komele û kes nikarin ragirin. Pirsgirêk neteweyî ye û di heman demê de siyasî ye.

Em wek Înstîtûta Kurdî li Elmanyayê, bi saziyên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK, Kurd-Akad, YXK û Yekmal e.V. re dixebitin. Lê divê em bi hişmendiyeke neteweyî û bi awayekî seferberî nêzî vê pirsgirêkê bibin.”

Projeyên Înstîtutê yên halê hazir

Hevserokê Înstîtuta Kurdî ya Lêkolîn û Zanistê Fevzî Ozmen li ser xebatên xwe yên dikin û yên li pêşiya wan hene ev agahiyên li jêr dan:

Di van çend mehên dawî de me pirtûka Xanê Agal a ku li ser jiyana Şehîd Binevş Agal (Bêrîvan) e, çap kir. Kovara Lêkolînê jî hejmara xwe ya 20´an bi naverokeke mezin a kurdolojiyê bi 180 rûpelî, niha li ber çapê ye. Ev hejmara kovarê encama waneyên online e ku li ser pêşniyaza Zanîngeha Rojava, Înstîtuta Kurdî Lêkolîn û Zanîstê û Yekîtiya Mamosteyên Kurd, bi pêşengiya Îbrahîm Seydo Aydogan, hatibûn amadekirin. Tê de nivîsên I. Seydo Aydogan, zimanzan Michael Chyet, Michiel Leezenberg, Abdulwehab Xalid Mûsa û gelek kesên hêja hene. Bi navê dosyayê KURDOLOJÎ tê weşandin.

Pirtûka dersê ya kursa bilind [“PERSPEKTÎF”-Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî)] ji nû ve di ber çavan re hat derbaskirin û çû çapê.

Kursên ziman yên ji ber Pandemiya Koronayê hatine rawestin, wê bên domandin.

Konferansa bi minasebata 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ku diviyabû li Zanîngeha Dortmundê pêk bihata, dîsa bi minasebeta Pandemiya koronayê taloqî meha gulana 2021´ê bû. 

Pirtûka kursa zimanê kurdî “Kurdî A1-A2” bi hevkariya Înstîtûta Kurdî û YMK´ê hatiye amadekirin û wê di demeke pirr nêzîk de biçe çapê.”

Li Almanyayê li Bajarê Freibûrgê ji aliyê Komeleya Kurdan ve semînereke li ser ziman hat lidarxistin. Semînera ku bi beşdariya 32 guhdaran pêkhatî, ji aliyê rêveberê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî-li Almanyayê Mamoste Melîk Fêrgîn Aykoç ve hat dayîn.

Semîner ji du beşan pêk hat: Di beşa yekemîn de Mamoste Fergîn bi kurtî li ser van mijaran rawestiya.

  • Rola ziman a li ser derûniyê,
  • Di baweriyan de girîngiya ziman,
  • Di pêşketina giyan û kesayeta zarokan de rola ziman,
  • Di dibistanan de rol û girîngiya zimanê dayikê,
  • Di warê çandî, civaknasî û aborî de rola ziman vegot.

Mamoste Fêrgîn bi kurtî li ser dîroka Zimanê Kurdî jî rawestiya, bandora ziman ya li ser avakirin û pêşxistina kesayeta mirov anî zimên. Birêz Aykoc bandora ziman a li ser hişmendiya neteweyî bi kurtî wiha formîle kir: “Ziman ne tenê amûreke têgihîştinê ye, di heman demê de ziman bingeha hişmendiya neteweyî ye jî”

Beşa duyemîn a semînerê bi pirs û bersivan berdewam kir.

Di encamê de dîtineke wiha derket holê ku gel dixwaze rêzesemînerên di derbarê zimên de divê bên domamandin.

Ji damezirenêr û kedkarên Înstitûta me birêz Riza Baran koça xwe ya dawî kir. Wek tê zanîn, Riza Baran ji pêncî salî zêdetir e, li derveyî welêt dijî. Wî temenê xwe di perwerdeya zarok û xizmeta mirovatiyê de derbas kir. Wî di damezirandina gelek sazî û komelan de cih girt û gelek xebatên bêhempa pêk anîn. Birêz Baran di damezirandina Înstîtûta me de jî cihê xwe girt û roleke pir girîn lîst. Li gel Parlamenteriya Meclîsa Eyaleta Berlînê, ew demeke dirêj di Sendikaya Perwerde û Zanist (GEW)ê de jî cih girt û xebatên giranbiha pêk anîn.

 

Riza Baran ji bo me wendayiyekî mezin e, lê wî di dilê me Kurdan de cihekî pir giring vegirtiye û ew ti carê nayê jibîrkirin!

Em bibêjin bila serê gelê Kurd, malbata wî û hezkiriyên wî xweş bin.

Di nav gul û gulistanan de bijî, kek Riza!