1651-1707 P.Z.
Li gorî agahdariyên serwext, meriv dikare bibêje ku Ehmedê Xanê di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1651-ê de) li gundê Xanê yê bi Hekariyê (Colemêrgê) ve girêdayî hatiye cihanê.
Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, Xanê him navê gundê wî ye, him jî navê eşîra wî ye. Ji ber vê çendê Xanî bûye paşnavê wî. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.
Xanî ne tenê ji helbestvanên kurd yekî bi nav û deng e, di heman demê de feylezofekî mezin e jî. Her wiha afirînerê hişmendiya Neteweya Kurd e .
Zimanzan û nivîskarê mezin Celadet Bedîrxan di derheqê Ehmedê Xanî de wiha dibêje: "Ehmedê Xanî jî, wek pêxemberên olî yên mezin xwedî pirtûk e. Lê Ehmedê Xanî pêxemberê diyaneta me ya neteweyî ye, ango kitêba miletê me ye." Dîsa di 300 saliya ronahîdîtina wê de Rohat Alakom bi awayeke gelekî di cîh de navê 'Manîfestoya Millî ya Kurdan' lê kiriye.
Ehmedê Xanî di şeş saliya xwe de li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye. Piştre li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye û xwendina xwe domandiye. Di 14 saliya xwe de jî dest bi nivîsînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Li gor hesaban Ehmedê Xanî di sala 1695´an de Mem û Zîn qedandiye. Xanî li Kurdîstana Bakur li bajarê Bayezidê di sala 1707´an de çûye ser dilavaniya xwe.. Gora wî li bajarê Bayezidê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha kurdan a mezintirîn e.
Berhemên wî yên sereke:
Mem û Zîn; (pz di sala 1695´de hatiye nivîsandin)
Nûbara Biçûkan; (pz di sala 1686´an de hatiye nivîsandin)
Eqîda Îmanê;
Eqîdeya îslamê
Dîwan
Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku Destana Neteweyî ya Kurdan e, di dilê Netewa Kurd de cihê bilintirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye Xanî yê Nemir.
Mem û Zîn a Xanî di sala 1919´an de li Stenbolê hatiye çapkirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ku Xanî Nûbara xwe di sala 1094´ê hicrî (1686´ê pz.) de nivîsandiye. Ango ev dîrok neh salan berî qedandina Mem û Zîn’ê ye.