1570-1640 P.Z.
Di dîroka kurdan de ji kesên girîngtirîn yek jî Melayê Cizîrî ye. Mela him bi helbestên xwe him jî bi raman û baweriya xwe di dilê kurdan de xwedî cihekî taybet e. Navê wî yê rastîn Şêx Ehmed e. Di helbestên xwe de bi pirranî du nasnav bi kar aniye, Mela û Nîşanî. Li Cizîrê hatiye dinyayê. Di warê jidayikbûna wî de dîrokeke misoger nîne. Hinek çavkanî sala 1567'an, hinek ya 1570'yî, hinek jî ya 1589'an jidayikbûna wî nîşan didin. Lêkolîner van dîrokan jî ji hesabê ebcetê derdixin. Lê mirov dikare sala 1570´yî wek sala jidayîkbûna Mela bihesibîne. Di sala 1640´î de dîsa li Cizîrê çûye ser dilovaniya xwe û gora wî ya bihûştin li wir e.
Mela li cem bavê xwe Mela Muhemed dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Dûre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye Amedê, gundê “Setrabas”‘ê. Wekî din jî li Hekarî, Amediye, Iraq û Misrê jî xwendiye. Piştî xwendina xwe diçe Heskîfê. Li wir li ba Mîrê Heskîfê Melîk Kamil dimîne, lê dilê wî dikeve keça Melîk Kamil Selmayê. Ji ber vê eşq û evîna xwe ya mecazî di sih saliya xwe de dest bi helbestan dike û ne tenê di nava kurdan de li cîhanê dibe helbestvanekî bijare. Bi rastî jî Mela di helbestvaniya xwe de ji Mewlana û Şîrazî û Goethe ne kêmtir e. Heta vê yekê ew bi xwe jî di helbesta xwe ya jêr de wiha diyar dike.
Ger lu'lu yê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer şi'rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet.
Felsefeya Mela: Feylesofê Yewnan Thales, hêmana bingehîn weke avê girtiye dest xwe, Anaximenes wek hewayê girtiye dest xwe, Herakleitos weke agir girtiye dest, Empedokles çar hêmanan tîne ba hev û wan weke av, ax, agir û hewayê digire dest xwe. Lê Melayê Cizîrî li van hêmanan yeke din jî zêde dike û dibêje “evîn” jî ji hêmanên bingehîn yek e. Gava ev çar hêman mirovan berdin jî, evîn mirovan bernade û her û her bi wan re dimîne.
Lê paşê ev eşq û evîn ji hev qetiyan û li giyanber û negiyanberan belav bûn. Ev eşq û evîn ket axa welatan, lewma mirov ji welatên xwe hez dikin, ket rûyê jinan, lewma miro ji wan hez dikin, ket dêr û kenîşteyan, lewma mirov diçin dêr û kenîşteyan.
“Li gorî Seydayê Cizîrî, di nava olan de cudatî tuneye, hemû yek in. Lewra hemû ji rihekê tên û dîsa diçin derekê. Ew der jî hizûra Xwedê ye.
Mirov dikare bêjê Mela him bi helbestvaniya xwe, him jî bi bîr û ramanên xwe, digel ew qas salên borî hê jî wekî şebçiraxekê di dilê Kurdistanê de pêxistî ye. Şewqa welatperwerî û dildariya wî hê jî rêya kurdan ronî dike.