Tê gotin ku bi dehan fermanên qirkirinê li ser gelê me yê ÊZDÎ pêkhatine, li goreyî gotinan vê fermana nuha ku di kesayeta ŞINGALÊ de li ser hemû gelê me yê ÊZDÎ tê meşandin jî ya 74´an e.
Ji xwe qasî ku em ji dîrokê zanin, gûmana herî xurt ew e ku olê gelê me, yê hemû Kurdan bi giştî yê despêkê ÊZDÎ ye.
Lê mixabin ji ber ku di serê vî gelî de ewqas fermanên qirkirinê yên giran derbasbûne; him bi piranî ji olê xwe jî derketine û him jî ji çand û hiner û ziman û bi giştî ji nasnama xwe ya resen jî gelek cewherê xwe wenda kirine, an jî birîndar bûne.
Lê mixabin ji ber ku di serê vî gelî de ewqas fermanên qirkirinê yên giran derbasbûne; him bi piranî ji olê xwe jî derketine û him jî ji çand û hiner û ziman û bi giştî ji nasnama xwe ya resen jî gelek cewherê xwe wenda kirine, an jî birîndar bûne.
Li perçeyê Bakur, li çend bajarên biçûk, mînak li çend gundên derdora Bişêriyê, li Midyadê û li Wêranşarê mabûn. Ew jî him di bin zilma dewletê û misilmantiyê de dinaliyan û her roj derbe dixwarin. Heta salên ku Tevgêra Azadiyê derket, hinek bêhna wan hate ber wan, kêm be jî hinek bi aramî û azad karibûn nefes bistendana. Lê ev serdema jî dirêj nekişand, bi ser de faşîzma leşkerî ya 12´yê Îlonê hat, di nava salekê de, hema hema mirov dikare bêje ji sedî nod miletê me yê ÊZDÎ cih û warê xwe ji neçarî terk kirin; yên hatin girtin, yên hatin koç kirin û hwd.
Li perçeyê Rojava jî, eger ne weke Bakur be jî heman çarenivîs hate serê wan jî, ji xwe nufûsa wan hindik bû, hema hema mirov dikare bêje, piştî salên nodî hijmarek gelek kêm li Rojava ma, yê din li dor ji sedî nod hemû derketin Avrupayê.
Li Rojhilat, hema hema bi navê Êzdiyatiyê hejmarek berbiçav diyar nebû, lê bi navê olên nêzîkî Êzdiyatiyê, mînak Yaresanî, Elheq û hwd, hene. Lê evana jî di bin rejîma nijadperest û faşist de nikarin xwe bilivînin. Bêgûman bandora Tevgêra Azadiyê hinek li ser wan jî heye, kêm be jî tevlêbûnek an jî nêzîkbûneke sembolik heye.
Em nuha werin ser perçeyê Başûr û fermana qirkirina 74´an. Weke tê zanîn, li Bakur pêvajoyek nuh a çareseriya demokratîk dest pêkir, biçûk be jî hinek gav hatin avêtin. Lê pêngava herî mezin û bi bandor û çavê kevneperestiyê bi giştî; him ya herêmê û him jî ya cîhanê tirsand, ŞOREŞA ROJAVA bû.
Bêgûman di serê vê kevneperestiyê de jî rola herî mezin Dewleta AKP´ê hilda ser milê xwe.
Hema ji nişka ve Dewleta Suriyeyê dujmin îlan kir û xwest hema bi lez û bez êrîş bike û bikeve xaka Suriyeyê. Lê konjoktura cîhanî destûr nedayê. Vê carê xwest hinek kes û komikan bide ser hev; bi navê Arteşa Azad a Suriyeyê rejîmê bixe. Her wiha li gel vana piştgirî da rêxistina IXWAN EL MISLIMÎN jî.
Lê di demek kurt de, derket holê ku ji vê projeyeya buxçika çel pîne tiştek bi ser nakeve. Hema bi lez bi rêxistinên çekdar yên weke EL NUSRA´yê re kete nava hevkariyê û bi tundî evana ajotin ser Şoreşa Rojava. Lê bi rêya vana jî, ew encamên berbiçav ên ku ew dixwazin nikaribûn bi dest xista.
Bi tenê çareyek wan ma, ew jî; bi navê DAÎŞÊ, komek ji EL QAİDE qetandin anîn, bi hemû hêza xwe û bi piştgriya kevneperestiya cîhanê hemû organîze û çekdar kirin û ajot ser ŞOREŞA ROJAVA.
Di çend mehên despêkê de, erê gelek derbe li Şoreşê da û gelek zerar û ziyan jî gihand gelê me yê Rojava. Lê li himberî hêzên YPG û YPJ nikaribûn bi serketana û derbeyên giran xwarin û li ser stratejiyeke nuh xebitîn.
Stratejiya DAÎŞ’ê Ya Nuh
Di demek kurt de, plana wan a nuh derket holê û êrîş birin ser Musilê û bê şer ev bajar xistin destên xwe!
Hema li pey vê destkeftiyê êrîşî Şingelê û Mexmûr û hinek bajarokên Asurî-Suryaniyan û yên Tirkmenên Şîa û paşê hedefên xwe yên dagirkeriyê zêdetir kirin û berê xwe dan ser Kurdên Kakeyî û derdorên Kerkûk û hwd.
Êdî yek ji armanca wan a bingehîn eşkeretir bû ku ji bo karibin derbeya mezintir li ŞOREŞA ROJAVA bixin, divê ji alîkî ve xwe bi hêztir bikin, mînaka Musilê û pişt re derbê li reh/damara dîrokî ya gelê Kurd li navenda Kurdên ÊZDÎ, li ŞINGALÊ û paşê li LALEŞÊ bidin.
Wateya Lêdana Şingalê û Mexmûr Bi Hev Re!
Lêdana Şingalê û Mexmûr di heman demê de, gelek watedar e. Ji ber ku, Şingal û ÊZDIYATÎ temsîliya dîrokî ya Gelê Kurd dike. Mexmûr jî temsîliya pergala jiyana hemdemî ya XWESERIYA DEMOKRATÎK dike. Lewma lêdana van a herdu wargehan bi hev re tê wateya ku naxwazin û lewma hewl didin ku dîrok û îro negihên hev, her wiha dixwazin derbeyê li herdu cîh û deskeftiyan bidin û paşê bizîvirin ser serê Şoreşa Rojava.
Wan xwestin,bi giştî gel û bi taybetî Tevgêra Gelê Kurd, ji dîrokê yek kokek/rehek wê maye wê jî qir bike, ji wê jî qut bike, gel bê bingeh bihêle, lê na xêr, hesabê wan berovajî zîvirî, gelê me û şoreşa me û Tevgêra me, nuha hîn xurtir li ser koka xwe bi cîh bû û bingeha wê ya cewherî nuha bi hêztir bû.
Erê DAÎŞ’ê derbeyek mezin û giran li me xist, lê belê bi ser neket. Ji ber ku hema di roja yekemîn de YPG û YPJ ê li ROJAVAYÊ û HPG jî li QENDÎLÊ, di hewara gelê xwe de çûn. Berxwedana Şingalê nuha jî dewam dike.
Dîsa Vegera Ser Rojava û Bi Taybetî BERXWEDANA KOBANÊ
DAÎŞ’ê, bi wan çekên ku li Musilê bi dest xist, bû xwedî hêzek mezin û bi vê xurtiya xwe dîsa vegeriya ser Rojava û bi taybetî xistina KANTONA KOBANÊ ji xwe re kir armanc.
Bêgûman di van planan hemûyan da, Dewleta AKP’ê rola sereke dilîst û hîn jî dilîze. Ji xwe ew ne derxistina personelên Balyozxaneyê, gûmana raya giştî kişand ser helwest û siyaseta Tirkiyeyê.
Weke tê zanîn li gel şehadetên giran û wêrankirina bajarê Kobanê, DAÎŞ’ê şikestineke mezin xwar, bêgûman di heman demê de ev şikestina Dewleta AKP’ê û hevalbendên wê jî bû. Her wiha serkeftin û qehremaniya YPG û YPJ û bi giştî berxwedana gelê me di cîhanê de deng veda.
Encam
Fermana qirkirina 74´na bi serneket, êdî dunya alemê hemû dît, an bihîst ku Gelê Kurd teslîmbûnê napejirîne, her çendîn mirin jî tê de hebe, dê berxwe bide heta ku bi serkeve.
Êdî divê, ne ew fermanên qirkirina me bidin, êdî divê ew nikaribin fermanan li me rakin, berovajî, divê êdî em karibin fermanên qirkirina dagirkeriyê li wan rakin û li welatê xwe em qira yên weke DAÎŞ’ê bînin û em vê zihniyeta reş ji welatê xwe paqij bikin.
Vê carê neyarên gelê me ne gihiştin mirazê xwe û ew ê êdî ticarî nikarin bigihên armancên xwe. Ji ber ku gelê me bi giştî bûye xwedî hişmendiyeke netewayî, welatparêzî û mirovperweriyê.
Gelê me yê ÊZDÎ jî, êdî hişmendiya xwe ya hemdemî ya li gel Tevgêra Azadiyê xurtir kiriye, êdî ne bi gotin tenê, bi kiryarî jî ev yek dît û hîn jî dibîne û bi xwe dijî û gav bi gav xwe ji nû ve bi rêxistin dike û jiyana xwe li ser pergala xweseriya demokratik ji nû ve ava dike.
HPG, YPG, YPJ û YBŞ bi hev re, ji bo Şingalê ji terorist û qatilên mirovahiyê DAÎŞ’ê paqij bikin, bi biryardariyeke mezin şer û cenga xwe didomînin.
Piştî ewqas berxwedan û keda mezin, ji bo rizgarkirin û hevgirtina Kurdistanê, her wiha ji bo jiyaneke hevpar bi hev re bi hemû gelên niştecihên Kurdistanê re, bawerî û qinyateke bilind bi gelê me re çêbûye.
Ez bawer dikim ku zemanê pêkhatina vê hêvî û hesret û armancê ne dûr e, nêz e.